Gülsüm İncekaya
19 Nîsan 2024•Rojanekirin: 23 Nîsan 2024
Hat ragihandin ku li Kenyayê di qezaya firokeyê da Sererkan Franxîs Ogolla û 10 xebatkarên eskerî mirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Dewletê ya Kenyayê di qezayê da Sererkan Ogolla û 10 xebatkarên eskerî mirin, 2 esker birîndar xilas bûn.
Serokdewlet Wîllam Ruto civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku firoke demek kurt piştî rabûnê ketiye û destnîşan kir ku ji ber mirina gelekî xemgîn e.
Ruto ragihand qeza bi saeta herêmî di saet 14.20an da çêbû û Hêzên Asîmanî yên Kenyayê ji bo tesbîtkirina sedema qezayê ekîba lêkolîna hewayê şandin cihê bûyerê.
Serokdewlet Ruto ragihand ku li tevahiya bajêr ji ber qezayê 3 roj şîna neteweyî hat îlankirin.