Abdullah Tel
01 Îlon 2017•Rojanekirin: 01 Îlon 2017
NAIROBI
Li Kenyayê Dadgeha Bilind hilbijartina serokatiyê ya ku di 8ê tebaxê da hatibû kirin, betal kir.
Dadgeha Bilind serlêdana namzedê serokatiyê yê muxalefetê Raila Odinga nirxand û hilbijartina serokatiyê ya ku Serokê Dewleta Kenyayê Uhuru Kenyatta qezenc kiribû di cih da nedît û hikmê betalkirinê da.
Dadgehê bêpergaliyên di hilbijartinê da derketine holê wek hincet nîşan dan û xwest ku di nav 60 rojan da hilbijartin ji nû va bê kirin.
Komîsyona Sînor û Hilbijartina Serxwebûna Kenyayê ragihandibû ku di encama hilbijartinê da ji sedî 54,27 deng ji Kenyatta ra û ji sedî 44,74an jî ji Odinga ra derket.
Li gor vê encamê Odîngayê di hilbijartinê da biser neket îdia kir ku korsanan mudaxaleyî compîteran kir, hilbijartin manîpule bû û encameke bi kêrî Kenyatta tê derket. Namzedê muxalifan bi vê îdiayê serî li Dadgeha Bilind dabû.
Piştî eşkerekirina encamên hilbijartinê muxalifan li çar aliyê welêt gelek çalakiyên protestoyê li dar xistibûn.
Komîsyona Çavkaniyên Mirovan a Kenyayê jî diyar kir ji ber mudaxaleya çalakiyan da 24 kes mirin.