Fatih Gazioğlu
10 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2018
NAÎROBÎ
Li Kenyayê otobêseke rêwiyan ji kontrol derket û welgeriya. Di qezayê de 50 kes mirin.
Li gor agahiyan, otobêsa ku 52 rêwî tê de bûn û dixwest ji bajarê Naîrobiyê biçe bajarê Kakamegayê ji rê derket û welgeriya. Di qezayê zarok jî di nav de bi tevahî 50 kes mirin.
Komîserê Herêma Geliyê Rîftê Francîs Munyambu got ku birîndar rakirine nexweşxaneyên derûdorê.
Li welêt her sal di qezayên de qasî 3 hezar kes dimirin.