Haydar Şahin
08 Sibat 2018•Rojanekirin: 08 Sibat 2018
KERKÛK
Li Kerkûka bajarê Iraqê sûîqestên li dijî Tirkmenan ên van demên dawîn balê dikişînin. Li Kerkûkê di nav 4 mehan da 19 Tirkmen di encama êrîşên çekdarî da hatin kuştin.
Li Kerkûka ku lê bîrên pêtrolê yên dewlemend hene ji 16ê îlonê vir da li dijî Tirkmenan êrîşên çekdarî hatin kirin. Ji ber ku êrîş wekî sûîqestê tên kirin û faîlên wan ne diyar in Tirkmenên li bajêr ditirsin.
Di nav hedefan da siyasetmedar, hîndekar û Tirkmenên ji astên cuda yên civakê hene.
Neşet Beyatliyê Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Iraqê ya ku li Kerkûkê xebatên xwe didomîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hêzên pêşmerge ên girêdayî Rêveberiya Herêma Kurdistanê (HKI) piştî ku di 16ê cotmehê da ji bajêr vekişiyan hejmara kesên ku bi sûîqestê tên kuştin zêde bûn û ev jî dibe sedema fikaran.

Beyatli got ji ber ku êrîş nayên eşkerekirin Tirkmen ji hemû kesan dikevin şikê, piştî kuştina 19 kesan çend kes hatin derdestkirin lêbelê kiryarên piraniya cinayetan ne diyar in.
Di êrîşa li dijî Tirkmenan a herî dawîn da Elî Elmasê Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeya Kerkûkê hat kuştin. Elmasê hîndekar sêşema borî li navenda Kerkûkê di wesayîta xwe da bi sîlahê hat kuştin.
Mihemed Gokkayayê hevalê Elmas daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku akademisyenê ciwan çalak bû dixwest xizmeta miletê xwe bike.
Gokkaya diyar kir ku 2 zarokên Elmas hene û Elmas di nav şexsên hişmend ên Tirkmen da cî digirt û wiha pê da çû: "Piştî bûyerên dawîn ên ku li Kerkûkê qewimîn pîlan dikin ku bibe alîkarê walî. Navbera wî û Eniya Tirkmenan a Iraqê jî xweş bû. Mixabin rêxistinên terorê naxwazin ku li Kerkûkê Tirkmen werin ser wezîfeyên girîng."
Mihemed Îlhanliyê Serokê Giştî yê Partiya Pêşketiya Tirkmenan jî got hetanî ku ewlekariya vê derê bi destê Tirkmenan neyê kirin eva bûyeran ew ê dewam bikin.
Îlhanli bal kişand ku li Telafer û Kerkûkê kesên dixwazin nasnameya Tirkmenan biparêzin dibin hedef, bi taybetî jî partiyê şiî dixwazin ku tesîra xwe ya li herêmê zêde bikin.
Îlhanli wiha pê da çû:
"Merivên me yên netewehez ên ku nasnameya Tirkmenan diparêzin di hedefê da ne. Beriya hilbijartinê dixwazin ku Tirkmenan çavtirsî bikin û zeyîf bikin. Nika li Kerkûkê û herêmên din hêzên milîs qaşo ewlehiyê pêk tînin, lêbelê xêncî dewletê tu kes nikare ewlehiya vê derê pêk bîne. Dibê ev demildest were sererastkirin û ewlekarî bikeve destê Tirkmenan."