Abdullah Tel
06 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2020
Li Kerkûka bajarê Iraqê di êrîşa DEAŞa rêxistina terorê biribû ser cihê çavdêriya hêza polêsên federal da hejmara kesên mirin derket 4an.
Midûrê Polêsan ê Kerkûkê Elî Kemal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bibîr xist ku milîtanên DEAŞê li başûrê Kerkûkê êrîşa çekdarî biribûn ser cihê çavdêriya hêza polêsên federal û got ku hejmara miriyan ji ber êrîşê bû 4.
Kemal ragihand ku di êrîşa endamên DEAŞê li nêzî gundê El Neggar a ser navçeya Havîceyê li dar xistin da 2 polêsên birîndar ên li nexweşxaneya dihatin tedawîkirin bi ser xwe da nehatin.
Fermandarê Operasyonên Kerkûkê Saîd Harbiye jî di daxuyaniya xwe da diyar kiribû ku milîtanên DEAŞê li başûrê Kerkûkê êrîşa çekdarî birin ser cihê çavdêriya hêza polêsên federal û di êrîşê da 2 polês mirin û 5 polês jî birîndar bûn.
DEAŞê di hezîrana 2014an da temamiya wilayetên Mûsil, Selahadîn û Enbarê, qismekî Diyala û Kerkûkê bi dest xistibû, cihên navborî di nav salan da ji rêxistinê paşva hatibûn sitandin. Serokwezîrê Iraqê yê berê Heyder el-Îbadî di 9ê kanûna pêşîn a 2017an da ragihandibû ew li dijî rêxistinê bi ser ketin.
DEAŞa rêxistina terorê digel ji herêmê hat derxistin, bajêr jê hatin rizgarkirin û ji ser vê ra 3 sal derbas bûn lê rêxistin bi taybetî jî li herêmên çolwar ên wilayetên wek Kerkûk, Diyala, Mûsil, Selahaddîn û Enbarê êrîşan didomîne.