İbrahim Atmaca
23 Tebax 2020•Rojanekirin: 23 Tebax 2020
Li Komara Afrîkaya Başûr jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) derket 607 hezar û 45an.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê, li welêt di 24 saetên dawîn da 144 kes bi Kovîd-19ê mirin. Bi vî hawî mirinên ji ber vîrusê derket 12 hezar û 987an.
Li welêt di 24 saetên dawîn da 3 hezar û 707 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û jimara pêketiyan derket 607 û 45an.
Li Komara Afrîkaya Başûr heta niha 3 milyon û 535 hezar û 67 test hatin kirin, ji pêketiyan 504 hezar û 127 kes qenc bûn.
Herî zêde pêketî li herêma Gautengê hatin tesbîtkirin, herêma ku jimara pêketî û miriyan lê herî kêm e jî ya Northern Capeyê ye.
Li Afrîkayê welatê ku herî zêde pêketiyên Kovîd-19ê lê hene Komara Afrîkaya Başûr e.