Nihat Kavşut
18 Gulan 2019•Rojanekirin: 19 Gulan 2019
Li eyaleta Kîwuya Bakur ya li rojhilatê Komara Demokratîk ya Kongoyê di êrîşa koma cudakar ya Ugandayê da 10 kes hatin kuştin.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya herêmî da derketin Hêza Îtifaqê ya Demokratîk ku komeke cudakar ya Ugandayê ye êrîşî Kilhewaya bajaroka bajarê Beniyê kir.
Li gorî agahiyan ji ber êrîşa dijî xelkê bajarokê di navbera eskerên herêmê û êrîşkaran da şer derket û di êrîşê da 9 sivîl û eskerek hat kuştin.
Piştî êrîşê artêşê li herêmê operasyonan da destpêkirin.
Hêza Îtifaqê ya Demokratîk di 1995an da dijî rejima Yowerî Mûsewenî hat avakirin ku li Ugandayê 33 sal e desthilatdar e. Hêza Îtifaqê ya Demokratîk ji çaxa ku ji welêt hatiye sirgûnkirin vir va li eyaleta Kiwuya Bakur ya Komara Demokratîk ya Kongoyê çalak e. Hêza Îtifaqê ya Demokratîk ji Cotmeha 2014an vir va gelek caran êrîşî bajarê Beniyê kiriye.
Li rojhilatê Komara Demokratîk ya Kongoyê ku sînorê wê bi Ruanda, Uganda û Burundiyê ra heye 20 sal in ji ber bidestxistina çavkaniyên tebiî êrîşên komên çekdar çêdibin û pevçûn derdikevin.