Önder Beyter
10 Adar 2019•Rojanekirin: 11 Adar 2019
Li Koreya Bakur xelk ji bo hilbijartina parlamentoyê diçe ser sandoqan.
Li gorî nûçeya Yonhapê, li welatê komunîst di hilbijartina kifşkirina endamên Meclisa Gel a Bilind a 14emîn ku ji 700 endaman pêk tê da dengdêrên ji 17 salî mezintir li gorî dema herêmê ji saet 09.00ê pê va diçin ser sandoqan û dengê xwe didin.
Ajansa fermî ya Koreya Bakur KCNAyê ragihand ku ji danê nîvro pê va ji sedî 56,76ê dengdêran çûn ser sandoqan. Sandoq li gorî dema herêmê dê di saet 18.00ê da bên girtin.
Hilbijartina yekemîn a parlamentoya di bin seroktiya Kim Jong-un da di adara 2014an da hatibû kirin. Di hilbijartina ku pênc salan carekê dubare dibe da namzed bi destê Partiya Karkeran a Koreyê ku desthelat e û partiyên hevpeymanê yên piçûk ên ku di parlamentoyê da kursiyên wan hene, tên diyarkirin.
Di hilbijartina ku Kim ji herêma Pyongyangê namzed e da ji bo her herêmeke hilbijartinê, bi tenê namzedek tê destnîşankirin.