Türkan Tosun
11 Hezîran 2020•Rojanekirin: 11 Hezîran 2020
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê, li welêt di 24 saetan da ji ber Kovîd-19ê 708 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 15 hezar û 357an.
Hejmara kesên ku bi Kovîd-19ê ketin jî 4 hezar û 883 zêde bû û derket 129 hezar û 184an.
Li Meksîkayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin, cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.
Li welêt Kovîd-19 cara ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin, ji ber vîrusê cara ewil mirin di 19ê adarê da çêbûbû.