Haydar Şahin
20 Nîsan 2019•Rojanekirin: 21 Nîsan 2019
Ji bo guherîna Qanûna Bingehîn a dibêje Ebdilfetah Sîsiyê Serokomarê Misrê hetanî sala 2030yî li ser text bimîne li nav welêt dest bi dengdayînê kirin.
Ji 61 milyon û 344 hezarî zêdetir hilbijêr li gelek ciyên welêt ji saet 09.00an pê va dest bi dengdayînê kirin. Hilbijêr ew ê hetanî saet 21.00î rayên xwe biavêjin.
Serokomar Sîsî jî li navenda hilbijartinê ya li rojhilatê Qahireyê raya xwe avêt.
Ji bo hilbijêrên li dervayê welêt dengdayînê duh dest pê kiribû, dengdayîna hilbijêrên li nav û dervayê welêt ew ê 3 rojan dewam bike.
- Mixalefeta Misrê dibêje "na"
Komên siyasî yên cuda yên li Misrê beriya referandumê daxuyanî dabûn û gotibûn ku ew ê beşdarî referandumê bibin û raya "na"yê bidin.
Teşkîlata Birayên Misliman (Îxwan) jî diyar kiribû ku ew ê referandumê boykot bikin.
- Di referandumê da çi heye
Bi referandum ew ê 13 xalên Qanûna Bingehîn werin guherandin 9 xalên teze lê werin zêdekirin. Li gor vê jî pêşî li Serokomar Sîsî vedibe ku hetanî sala 2030yî li ser text bimîne.
Di vê çarçoveyê da 4 roj berê li lijneya giştî ya meclisê teklîfa dibêje dema wezîfeya Sîsî ji 4 salan derxin 6 salan û carekê dîsa were hilbijartin hatibû qebûlkirin.