Abdullah Tel
20 Nîsan 2018•Rojanekirin: 21 Nîsan 2018
QAHIRE
Saziyên Misrê dest danîn ser nexşeyeka Filistînê ya 218 salî ku dixwestin birevînin dervayê welêt.
Li gor daxuyaniya çavkaniyên Balafirgeha Navneteweyî ya Qahireyê û nûçeya ku di MENAya ajansa nûçeyan a Misrê da cih girt meqamên Misrê berhema biqiymet a ku dihat xwestin derxin dervayê welêt qefaltin.
Der barê wê nexşe biçûyayê da tu agahî nehat dayîn û hat ragihandin ku ew berhem teslîmî Midûriyeta Pirtûk û Belgeyan kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li ser berhemê bi zimanê Almanî dîroka sala 1800î li ser bû û ebatên wê jî 37x43 santîmetre bû.