İsmet Karakaş
24 Gulan 2023•Rojanekirin: 24 Gulan 2023
Ji bo 3 milyon û 423 hezar û 759 hilbijêrin dervayî welêt yên ku di Hilbijartina Serokomariyê ya ku 28ê Gulanê roja yekşemê çêbibe dengên xwe bidin dema dengdayînê îro diqede.
Ji van hilbijêran jê milyonek û 763 hezar û 973 kesî li nûnertiyên dervayî welêt û gumrikan dengê xwe dan.
Li gor salnameya Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) diyar kir, ji bo hilbijêrên dervayî welêt dema dengdayînê di 20ê Gulanê da dest pê kir
Ji bo dengdayîna hilbijêran li 151 nûnertiyên 73 welatan, li 167 cihan sandiq hatin danîn.
Li gor salnameya LHByê dema dengdayînê îro diqede.
Hilbijêr bi saeta herêmî heta saet 22.00î wê bikaribin li nûnertiyên ku hatine eşkerekirin dengên xwe bi kar bînin. Li gumrikan jî heta 28ê Gulanê saet 17.00î deng wê bikaribin bên dayîn.
Li gor agahiya LHByê, li nûnertiyên dervayî welêt û gumrikan îro heta saet 10.00î milyonek û 763 hezar û 973 deng hatin dayîn.