Muhammet Nazım Taşcı
24 Tebax 2022•Rojanekirin: 24 Tebax 2022
Li eyaleta Sindê ya Pakistanê ji ber barana gumrah 15 kes mirin.
Li gorî nûçeyên çapemeniya neteweyî, barana mûsonê ya ku li herêmên cuda yên wekî Sukkur û Şîkarpûrê yên eyaleta Sindê bi bandor bû, tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Li seranserî eyaletê ji ber barana gumrah mal tep bûn û 15 kesên di bin kavilan da man, mirin.
Peywirdaran destnîşan kir, heta niha li eyaletê baranê tesîr li 900 hezar kesî kir û her wisa 26 hezar û 600 xanî jî hilweşiyan.
Her wiha hat diyarkirin, di konên alîkariyê yên hatin vegirtin da 37 hezar û 500 kes star bûn û 800 serî dewar jî telef bûn.
Wezîrê Karên Derva Bîlaval Butto Zerdarî bangî Neteweyên Yekbûyî kir ku alîkariya wan bikin.