Ahmet Aydın
21 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2020
Li Lahora bajarê Pakistanê polîsan girt ser gerajên aidî Koma Albayrak û Ozpakê û xebatkar avêtin kolanê.
Li bajarê Lahorê polîsan bi şev saet 02.30î girt ser 6 tesîsên ku şirketên Koma Albayrak û Ozpaka ku xizmeta paqijkirinê pêşkêş dike wan weke geraj bikar dibe.
Li gorî agahiya ku nûçegihanê AAyê ji endamên şirketê sitendin, polîsan di dema operasyonê de bi darê zorê xebatkar û rêveber derxistine kolanê û ji ber helwesta hişk a polîsan girjî derket.
Herwiha polîsan bi awayekî nexweş li dijî xebatkaran da tevgeriya û nehiştin ku xebatkarên Tirk eşyayên xwe derxînin.

Ji aliyekî din ve rayedarên şirketê anîn zaiman ku polîsan qeydiyên kamêrayan jê birine, lê belê wan hinek qeydî xilas kirine.
Derbarê sedama vê miemeleyê de heta nuha ji meqamên fermî yên Pakistanê ti daxuyanî nehatiye dayin.