Haydar Şahin
27 Sibat 2019•Rojanekirin: 28 Sibat 2019
Li Ramsesa herêma Qahireya paytextê Misrê agir bi rawestgeha trênê ket, di şewatê da 25 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn.
Televizyona dewletê ya Misrê di xebera xwe da got ku di şewatê da 25 kes mirin û 40 kes jî birîndar ketin.
Saziya Rêhesinê ya Misrê di daxuyaniya xwe da got dema trêna rêwiyan dihat peronê depoyeke sotemeniyê teqiya, bi sedan rêwî li peronê sekinîbûn û li benda trênê bûn.
Medyaya herêmî ya Misrê di xeberên xwe da gotibû ku di bûyerê da 12 kes mirin û 15 kes jî birîndar ketin. Di medyaya civakî da îdiayên dibêjin 2 trên li hev qelibîn û ji vagonekê dengê teqînê hat hatin parvekirin.