Wezîrê Hîndekariya Bilind û Perwerdeyê yê Filîstînê Havle eş-şahsîr ji nûçegîhanê AAyê re daxuyand ku sala nû ya hîndekariyê û perwerdeyê dest pê kir û wiha axivî:
"Di sala nû ya hîndekarî û perwerdeyê de em bendê bûn ku li Xeze û Rojavayê Şerîayê qasî milyonek û 200 hezar xwendekar herin dibistanên xwe. Lê ji ber êrîşên Xezeyê, heta agahdarkirineke nû vebûna dibistanan paşve hat avêtin."
Şahsîr daxuyand ku li Rojavayê Şerîayê îro 700 hezar xwendekar dest bi perwerdeya xwe kirine û wiha got: "Li Xezeyê jî dema ku êrîş bi dawî bûn, dibistan dê vebin."
- "Dersa me şer e"
Sendîkaya Yekîtiya Mamosteyan ên Filîstînê jî daxuyand ku di sala 2014 û 2015 a hîndekarî û perwerdeyê mijara dersa ewil dê bibe êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê.
Ji hêla din îro li herêmên din ên Rojavayê Şerîayê jî bendê ne ku ji bo Xezeyê meşên piştgiriyê bên kirin.
Li Xezeya ku bi salane ji hêla Îsraîlê ve hatiye dorpeç kirin ji 7ê tîrmehê vir ve di êrîşan de 2 hezar û 103 kes mirin, 10 hezar û 627 kes jî birîndar bûn.