Haydar Şahin
20 Sibat 2018•Rojanekirin: 21 Sibat 2018
ERZURUM
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ew ê qasî 1-3 pileyan ji ya demsalê zêdetir be.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be.
Ji nîvro pê va li Erzincanê şiliyê bibare, ji nîvê şevê pê va jî li Erzincan û Erziromê şilopeyê bibare.
Li herêmê hewayê ew ê qasî 1-3 pileyan ji ya demsalê zêdetir be.
Bi şev germahiya hewayê li Tûncelî û Îdirê 2, li Erzincanê 1, li Agiriyê di binê sifiriê da 5, li Erziromê di binê sifiriê da 7, li Erdexan û Qersê jî di binê sifirê da 14 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Tûnceliyê 11, li Îdirê 10, li Erzincanê 9, li Agiriyê 4, li Erzirom, Qers û Erdexanê jî pile be.
Qalindahiya berfê li navenda Erziromê 9, li navenda Qersê 8, li navenda Erdexanê jî 7 santêm hat pîvandin.