Muhammed Karabacak
19 Gulan 2026•Rojanekirin: 19 Gulan 2026
Piştî teqîna ku li herêmê çêbû û sedema wê hê nayê zanîn, ekîbên tenduristî û ewlehiyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Şahidan diyar kir ku di bûyerê da birîndar çêbûn.
Di nûçeya El-Êxbariyeya têlevîzyona dewletê ya Sûriyeyê da wiha hat gotin, "Li herêma Bab Şarqî ya Şamê teqînek çêbû. Çawaniya teqînê tê piştrastkirin."
Miqamên fermî hê der barê teqînê da tu daxuyanî nedane.