Ömer Koparan
07 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2026
Hat ragihandin ku li Şama paytextê Sûriyeyê nêzî avahiya Wezareta Turîzmê 2 teqîn çêbûn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan, li ser kolaneke herî qerebalix a paytext Şamê bombeya ku di minîbus û konteynerekê da hatibû bicihkirin, teqiya.
Gelek ambulans sewqî cihê bûyerê kirin, meqamên fermî hê tu daxuyanî nedane bê ka kuştî hene yan na.
Hat gotin ku teqîn nêzî otela ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron lê dimîne, çêbû.
Dema ku teqîn çêbû, Macron li Qesra Serokomariyê bû û bi Serokomar Ahmed Şara ra hevdîtin dikir.