AGRI
Li Avkevira navçeya Agiriyê ji ber hewaya sar, ser çemê Mûradê cemed digire û dibe qada gogê ya zarokan.
Li herêmê ji ber sar û seqemê çemê Mûradê bi tevahî cemed girt. Zarok jî di betlaneya dibistanê de li ser çemê ku cemed girtiye, fitbolê dilîzin û kefa betlaneyê derdixin.
Zarok li ser cemeda ku qalindahiya we nêzî 40 santêmî ye, guhê xwe nadin xetereyê û fitbolê dilîzin.
Ji zarokan Mihemed Demîr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku her sal dema ku çem baş cemedê digire li serê gora dilê xwe kêf dikin.
Demîr got ku li ser çemê Mûrada ku cemed girtiye her sal dilîzin û tu xetereya vê jî tuneye. Demîr wiha dewam kir: "Em bi hevalan re hatin û li ser çem fitbolê dilîzin. Dibistan ketin betlanê em jî li kêfê digerin. Em bi hevalan re li vira dilîzin, ji ber ku cemed pir qalind e em natirsin.
Her wiha Mihemed Demîr got ku her sal bi kelecan li bendê ne ku çemê Mûradê cemed bigirê û li serê bilîzin.