Nihat Kavşut
03 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2020
Li seranserê dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin ji milyon û nîvekî derbas bû.
Li gor agahiyên malpera "Worldometer"ê ku daneyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li seranserê dinyayê hejmara kesên Kovîd-19ê mirin gihîşt miyonek û 500 hezar û 271an û hejmara kesên bi vîrusê ketine jî derket 64 milyon û 897 hezar û 870yî.
Ji ber Kovîd-19ê heta niha herî zêde 279 hezar û 867 kes li Amerîkayê mirin.
Piştî Amerîkayê 174 hezar û 531 kes li Brezîlyayê, 138 hezar û 657 kes li Hindistanê, 107 hezar û 565 kes li Meksîkayê, 59 hezar û 699 kes li Îngilistanê, 57 hezar û 45 kes li Îtalyayê, 53 hezar û 816 kes li Fransayê, 48 hezar û 990 kes li Îranê, 45 hezar û 784 kes li Îspanyayê, 41 hezar û 607 kes li Rûsyayê û 39 hezar û 156 kes li Arjantînê mirin.
Kovîd-19a li Wuhana bajarê Çînê di Kanûna 2019an da derket ji 200î zêdetir dewlet û herêman belav bû. Ji Kovîd-19ê heya niha 44 milyon 993 hezar û 631 kes baş bûne.