Hin evîndaran ji bo ku hilweşadina vî peykerî protesto bikin, di medyaya civakî de wêneyên xwe yên ku tê de hev maçî dikirin parve kirin. Peykertraşê "Peykerê Eşqê" Zahir Siddiq jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dê ciyê vî peykerî de yekî mezintir çêbike.
Siddiq got ku piştî hilweşandina "Peykerê Eşqê" gelek hunermend û siyasetmedar û saziyên civakî yên sivîl peyamên piştgiriyê jê re şandin. Siddiq bi bîr xist ku peyker di sala 2009an de piştî ku Parqa Azadiyê hat verastkirin çêkiriye û wiha axivî: "Piştî ku peyker hat hilweşandin gelek kes ji vî peykerî haydar bû. Ez ê bi alîkariya Walîtiya Silêmaniyê peykerekî ji wî mezintir û zeximtir çêkim."
Peykerê Eşqê" hefteya ku çû ji aliyê kesên ku nasnameya wan ne diyar e hatibû hilweşandin. Hilweşandina peykerê ji aliyê Silêmaniyayan ve hatibû prostestokirin û hin evîndaran jî ji bo ku hilweşandina vî peykerî protesto bikin, di medyaya civakî de wêneyên xwe yên ku tê de hev maçî dikin parve kiribûn û hefteya ku çû jî wekî "Li Kurdistanê Hefteya Maçîkirinê" diyar kiribûn.