Hat ragihandin ku li Mogadîşûya paytextê Somaliyê bi bombeyan êrîşî konvoya Mîsyona Yekîtiya Afrikayê (AMISOM) kirin. Li gor tespîtên ewil di êrîşê de 25 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin, êrîşkarekî xwekujiyê li bajaroka Afgoyeya li rojavayê bakurê welêt, dema du otobêsên hêzên AMISOMê derbas dibûn, wesayîta bombebarkirî ya ku diajot teqand. Li gor tespîtên ewil di teqînê de 24 kesên ku di nav wan de sivîl jî hene mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
- Eş-Şebapê berpirsyarî hilda stûyê xwe
Rayedarên Somaliyê der barê bûyerê de tu daxuyanî nedan û rêxistina Eş-Şebabê berpirsyarî girt ser milên xwe.
Di malperek nêzî Eş-Şebabê de daxuyaniya rêxistinê ya ku ji ofîsa çapemeniyê hat dayîn, hat weşandin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di çalakiya ku çalakvanên me yên şehadetê kir de, leşkerên AMISOMê û serbazên biyanî hatin kuştin."
Wezareta Parastinê ya DYAyê (Pentagon) îna borî eşkere kiribû ku artêşa Amerîkayê li Somaliyê operasyon kir, di operasyonê de serokê Eş-Şebaba rêxistina terorê Ehmed Gûdanî hat kuştin. Berdevkê rêxistinê Elî Tirî jî roja şemiyê gefa 'ji bo ku heyfa Gûdanî bistînin dê li herêmên hesas ên li welêt êrîşên bibombe bikin" dabû.