Haydar Şahin
07 Adar 2019•Rojanekirin: 08 Adar 2019
Li Mogadîşuya paytextê Somaliyê di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî hat kirin da 5 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, li nêzî Muzeya Somaliyê ya li Mogadîşuya paytext bi wesayîta bombebarkirî ya parkkiri êrîş hat kirin.
Hat gotin ku di êrîşê da 5 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.
Zekeriya Ehmedê ji ekîba parastina sivîlan di daxuyaniya xwe da diyar kir ku kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên li paytextê, rewşa hin birîndaran giran e.
Hetanî vê gavê kesî berpirsyariya êrîşê hilneda ser xwe.
Eş-Şebaba rêxistina terorê ya gelek gund û bajarokên li başûrê welêt hildaye kontrola xwe gelek caran êrîşan dibe ser hêzên ewlekariyê û sivîlan.