Haydar Şahin
16 Hezîran 2018•Rojanekirin: 17 Hezîran 2018
WASHINGTON
Hat ragihandin ku di derbasbûnên dereqanûnî yên li sînorê Amerîkayê da di navbera 19ê nîsanê û 31ê gulanê da kêmzêde 2 hezar zarok ji malbatên xwe qetiyan.
Ji ber pêkanîna "li sînor sifir tolerans" a li dijî penaberên qaçax a ku Jeff Sessionsê Wezîrê Edaletê û Wezareta Ewlekariya Navxweyî dabûn destpêkirin kêmzêde 2 hezar zarok ji malbatên xwe qetiyan.
Li gor daneyên Wezareta Ewlekariya Navxweyî ya Amerîkayê derkete holê ku di navbera 19ê nîsanê û 31ê gulanê da hezar û 995 zarok ji malbatên xwe qetiyan.
Li gor biryara rêveberiya Donald Trump, kesên mezin ên ku bi rêyên dereqanûnî ji sînorê Amerîkayê derbas dibin tên binçavkirin û zarokên wan jî dişînin malên xwedîkirinê yên Wezareta Xizmetên Civakî û Tenduristiyê.