04 Hezîran 2018•Rojanekirin: 05 Hezîran 2018
RAKKA/ANKARA
Li Ayn Îsaya bajaroka Sûriyeyê ya ku ji hêla YPG/PKKya rêxistina terorê va hatiye dorpêçkirin, di baregeheke ku eskerên Amerîka û Fransayê lê hebûn de teqîneke mezin çêbû.
Li gor agahiya çavkaniyên herêmî yên li Reqayê, duh şev li Ayn Îsaya bakurê Reqayê di baregeha eskerî ya di bin dagirkeriya YPG/PKKyê de teqîn çêbû.
Hesabên medyaya civakî yên nêzîkî YPG/PKKyê ne û çavkaniyên herêmî gotin ji ber ku muhîmatê înfilaq kiriye, teqîn çêbûye.
Tê zanîn ku di nav baregehê de 200 hêzên Amerîkî û 75 hêzên taybet ên Frensî hebûn.