Önder Beyter
16 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2019
HATAY (AA) - Yehya Ebdullah ku li peytextê Sûriyeyê Şamê bi hinceta ku beşdarî çalakiyên dijî rejimê bû hat girtin, ji ber êşkenceyên ku lê hatin kirin, çavê wî yê çepê kor bû.
Ebdullah gava li Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Şamê xwendekarê pola 2yemîn bû, bi hincetê ku beşdarî çalakiyên dijî rejimê bû, digel hevalên xwe hat girtin û herwiha li Şamê 5 salan girtîgehê da ma û êşkence lê hatin kirin.
Ebdullahê ku di gîrtîgehê da tûşî birçîbûn, cezayê hucreyê û şoqa ceyranê bû, ji ber derbeyên ku xwar, çavê wî yê çepê kor bû.
Ebdullahê ku bi beramberî 8 hezar dolarî hat berdan, ligel jin û zarokên xwe, hat û li Reyhanliya navçeya Hatayê hewiya û li vê derê dixwaze rojên tehl ji bîr bike.
Yehya Ebdullahê 26 salî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew qet naxwaze ku ew roj werin bîra wî.
Ebdullah diyar kir ku piştî xwepêşandanan eskerên rejimê bi ser fakulteya wan da girt, ligel wî gelek kes destgîr kirin.
Ebdullah got, piştî ku ew hat girtin, bi dinyayê ra tu peywendiyeke wî nema û wiha dewam kir, "Hemû rojên min bi êş û jan derbas bûn. Em bi rojan birçî diman. Ceyran dan wucûdê me. Bi şivên hesin li me dan. Me nizanibû ka em di kîjan roj û salê da ne. Wan ez kirim hucreya yekmerivî. Gelekî teng bû. Bi rojan ez li ser lingan mam."
Ebdullah got ku eskerekî rejimê bi şiveke hesin li çavê wî yê çepê da û wiha got, "Eskeran gelekî li me didan. Rojeke ku bi şivên hesin li min dan, min ji çavê xwe yê çepê derbe xwar û ez xedar birîndar bûm. Ji ber ku ez nehatim tedawîkirin, ez kor bûm. Dinya min bû tarî. Di her derê laşê min da şopên êşkenceyê hene."
Ebdullah bal kişand ku ew dû ra pê hisiya ji bo ku wî berdin, malbata wî 8 hezar dolar daye rejimê û paşê ew hat berdan û wiha dewam kir, "Min dîsa tîrêjên tavê dît û malbata xwe bi çavê serê xwe dît. Min gelekî şikir kir. Hêvîdar im hemû birayên me yên di hundir da dê derkevin û azad bibin."
Ebdullah herwiha got ku ew dixwaze, xwendina xwe ya bilind bidomîne û vegera ser tenduristiya xwe ya berê.