Türkan Tosun
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2018
ÎDLIB
Li Îdliba ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) wezîfeya çavdêriyê ya agirbestê dike, gel di nav ewlehî û aramiyê da çandiniya fistiqên Entabê dike.
Li Sûriyeyê gel li gelek herêman zeviyên xwe direşîne, berên xwe berhev dike û difroşe.
Li Morika navçeya Hemayê ya di nav qadên Îdlibê da ye û gelek darên fistiqê lê hene, gel ji ber êrîşên rejima Esed malên xwe terk kiribû, lê niha piştî 7 salan ew çandiniya fistiqên Entabê dikin.
Karker serê sibê diçin zeviyan, li bin daran pîneyan radixin û fistiqên ku ji darê diweşin tijî çewalan dikin. Paşê çewalên fistiqan dibin cihê ku fistiq ji qalikên wan tên paqijkirin.
Cotkar Ehmed Helebî ji nûçegihanê AAyê ra got ji ber êrîşên rejima Esed bi salan bû wan çandiniya fistiqan nedikir, lê bi saya Artêşa Tirkiyeyê ew êdî zivirîne malên xwe û çandiniyê dikin.
Helebî got ew debara xwe bi fistiqan dikin û wiha axivî: "Me zeviyên xwe reşandin, em lê xwedî derketin. Ji bo gelek kesan ev bû îstixdam. Hin cotkar piştî ku fistiqan berhev dikin, wan zîwa dikin û difroşin. Tucarên mezin jî difroşin dervayî welêt."
Karker Bekir Nedafê ku fistiqan berhev dike jî wiha axivî: "Êdî balafir tune, bombebarankirin tune. Cihê çavdêriyê ya Artêşa Tirkiyeyê me diparêze. Êdî bazar, fabrîqe û cotkar dixebitin, jiyan bi îstiqrar e. Me dest bi berhevkirina fistiqan kir."
Besam Nedafê xwediyê fabrîqeya fistiqan jî got edî cotkar û tucar zivirîn bazara fistiqan, ew jî zivirî li ser fabrîqeya xwe ya ku fistiqan ji qalikên wan paqij dike.
Tucarê fistiqan Huseyîn Ebdulah jî got bihayê fistiqan li Sûriyeyê kêm e û wiha axivî: "Kîloya wê li vir hezar lireyê Sûriyeyê (9 TL) ye. Cotkariya fistiqan zehmet e. Dermankirin, gihandin, avdan, berhevkirin, firotin bi mesref e. Beriya şer me difrote Erebistana Siûdî û Libnanê lê niha em li bazarên herêmî difroşin. Em hêvî dikin di dahatûyê da baştir be."