Ahmet Aydın
15 Sibat 2016•Rojanekirin: 16 Sibat 2016
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Farhan Haqê Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Heleb û Idlîbê di encama êrîşên bi fuzeyan dijî 2 dibistan û 5 saziyên tenduristiyê da 50 sivîl hatin kuştin ku di nav wan da zarok jî hene û herwiha gelek kes birîndar bûne.
Haq di birifîngekê çapemeniyê da, der barê êrîşên esmanî yên dijî nexweşxaneyên ku Rêxistina Doktorên Bêsînor (MSF) piştevaniya wan dikin da ji rojnamevanan ra ragihand ku Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Ki-mun ji ber wan êrîşên ku 50 sivîl tê da hatine kuştin xemgîn e û anî ziman ku ev êrîş îxlala huqûqa navneteweyî ne.
Farhan Haq got, "Ev êrîş bûye sedema wê yekê ku tu fêdeya sozên civîna Munîxê ya Koma Piştevaniya Sûriyeyê ya Navneteweyî nemîne."
Haq derbarê aliyên ku êrîş li dar xistine agahî neda lê got, "Me agahiyên derbarê kuştiyan ji UNICEF, Rêxistina Bijîşkên Bêsînor û çavkaniyên din sitend, 2 nexweşxaneyên ku rûbirûyê êrşan bûne, ji wan saziyên e ku UNICEF piştevaniya wan dike."