Emre Aytekin
15 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2022
Hat daxuyandin li Tayvanê bi lerza 6,2yan erdhej çêbû.
Li gor daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Buroya Meteorolojiyê, erdhej 29,1 kîlomêtro dûrî bajarê Hualîanê ya rojhilatê Girava Tayvanê çêbû.
Hat daxuyandin ku erdhej 5,7 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.
Li Taîpeiyê û dora wê jî erdhej hat hîskirin.
Der barê mirî, birîndar û xisarê da agahî nehat dayîn.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê jî lerza erdhejê wek 5,9 eşkere kir.
Di 18ê îlonê da li Taîtunga bajarê Tayvanê erdhejeke bi lerza 6,8an çêbûbû. Di erdhejê da kesek miribû û 164 kes jî birîndar bûbûn.