Elif Irmak
20 Sibat 2021•Rojanekirin: 20 Sibat 2021
Li tevahiya dinyayê jimara waqieyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 111 milyonî derbas bû.
Li gor malpera "Worldometers"ê ya ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike li tevahiya dinyayê di şewba Kovîd-19ê da jimara waqieyên tesbîtkirî derket 111 milyon û 2 hezar û 900î.
Welatê herî zêde waqie lê hene Amerîka ye, li Amerîkayê 28 milyon û 529 hezar û 53 waqie hene.
Ji hêla jimara waqieyan va bi 10 milyon û 969 hezar û 230î va Hindistan, 10 milyon û 30 hezar û 626an va Brezîlya, 4 milyon û 139 hezar û 31î va Rûsya, 4 milyon û 95 hezar û 269an va Îngiltere, 3 milyon û 536 hezar û 648an va Fransa, 3 milyon û 121 hezar û 687an va Îspanya, 2 milyon û 780 hezar û 882yan va Îtalya, 2 milyon û 616 hezar û 600î va Tirkiye, 2 milyon û 373 hezar û 95an va Almanya, 2 milyon û 212 hezar û 525an va Kolombiya, 2 milyon û 46 hezar û 795an va Arjantîn, 2 milyon û 22 hezar û 662yan va Meksîka, milyonek û 603 hezar û 218an va Polonya, milyonek û 558 hezar û 159an va Îran, milyonek û 498 hezar û 766an va Afrîkaya Başûr, milyonek û 293 hezar û 672yan va Ukrayna, milyonek û 263 hezar û 299an va Endonezya, milyonek û 261 hezar û 804an va Peru, milyonek û 134 hezar û 957an va Çekya û milyonek û 47 hezar û 400 waqieyan va Hollanda tê.
Ji ber Kovîd-19ê li tevahiya dinyayê 2 milyon û 456 hezar û 217 kes mirin, 85 milyon û 921 hezar û 358 kes ji vîrusê filîtîn û baş bûn. Hê jî 22 milyon û 741 hezar û 402 nexweşên Kovîd-19ê tên dermankirin.