18 Nîsan 2019•Rojanekirin: 19 Nîsan 2019
YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku Til Rifata navçeya li bakurê Sûriyeyê dagir kiriye bi Rûsya û rejima Beşar Esed ra hevkariyê dike ku navçe ji dest neçe.
Navçeya Til Rifatê ya ku 18 kîlomêtro nêzîkî sînorê Tirkiyeyê û bakurê Sûriyeyê ye 3 salan zêdetir e di destê YPG/PKKya rêxistina terorê da ye.
Piştî ku Efrîn ji destê YPG/PKKyê derket rêxistinê derbeyeke mezin xwar. Niha rêxistin ji bo ku navçeya Til Rifatê ji destê wê neçe bi Rûsya û rejima Beşar Esed ra hevkariyê dike.
Li gor agahiya çavkaniyên herêmî şêwîrmendên eskerî yên Ûris û hin eskerên rejimê li navçeyê bi YPG/PKKyan ra tevdigerin.
Li navçeyê eskerên rejimê di cihên kontrolê da nayên sekinandin û bi rehetî digerin. Hefteyek berê jî eskeran alaya xwe li Kefer Nasîhê li ser girekî çikandibûn.
Rejima Esed ji bo ku bajêr ji muxalifan ra nehêle û li herêmên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê gefê bixwe li Til Rifatê hebûna xwe diparêze. Bajarokên Nubl û Zahrayê yên li başûrê herêmê ne ji hêla terorîstên biyanî yên Îran piştgiriya wan dike va tê kontrolkirin.
Rêxistin pişta xwe dide Rûsya û rejima Beşar Esed û Til Rifatê ji bo êrîşên li hemberî bajarên Efrîn û Babê wek baregeh dixebitîne. Artêşa Tirkiyeyê car caran bi obusan va êrîşî hedefên rêxistinê yên li Til Rifatê dike.
- Girîngiya Til Rifatê
Til Rifat dikeve başûrê rojhilata Efrînê û başûrê Ezazê û 3 sal in di bin dagirkeriya rêxistina terorê da ye.
YPG/PKKê piştî ku navçe dagir kir zor da qasî 250 hezar sivîlên ku li wir dijiyan ku ew bi zorê koç bikin.
Malbatên Kurd ên piştgiriya rêxistinê dikin li navçeyê bi cih kir. Niştecihên navçeyê jî xwe spartin der û dora Til Rifatê û Ezeza di destê muxalifan da ye.
Niha 15-20 hezar Kurd û Ereb li navçeyê dijîn, ji 700-800ê wan Erebên gelê navçeyê ne.
Niştecihên navçeyê û gelek endamên Artêşa Sûriyeya Azad dema operasyona Çiqlê Zeytûnê hewl dabûn ku axa wan bê xilaskirin.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad hin gundên Til Rifatê paşve hildabûn.
Ajansa Anadoluyê di Adara 2018an da ji esman dîmenên navçeyê kişandibû. Di dîmanan da dihat dîtin ku çalên mezin li zeviyan hatine kolandin, navend bi mewziyên parastinê va hatine dorpeçkirin. Li herêmê zêde sivîl jî tune bû.