Önder Beyter
10 Gulan 2020•Rojanekirin: 11 Gulan 2020
Hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin li Misrê derket 514an, li Mîrektiyên Yekbûyî yên Erebî (MYE) derket 185an, li Fasê derket 186an û li Kuweytê jî derket 49an.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiya Misrê da hat diyarkirin ku ji ber Kovîd-19ê 11 kesên din jî mirin û bi vî awayî li welêt hejmara kesên ku mirin derket 514an.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hejmara giştî ya pêketiyan derket 8 hezar û 964an, ya kesên baş bûn jî derket 2 hezar û 2yan.
- MYE
Berdevka Hikûmetê Amîne Dehaqê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da ragihand ku 11 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û bi vî awayî hejmara miriyan derket 185an.
Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin, bi 614 pêketiyên nû va li welêt hejmara pêketiyan derket 17 hezar û 417an.
- Fas
Wezareta Tenduristiyê eşkere kir ku li welêt hejmara kesên ku mirin derket 186an, ya pêketiyan jî derket 5 hezar û 910an.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku 2 hezar û 461 kes jî baş bûn.
- Kuweyt
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Kuweytê da hat diyarkirin ku ji ber Kovîd-19ê hejmara kesên ku mirin derket 49an, ya pêketiyan derket 7 hezar û 623yan û herwiha ya kesên ku qenc bûn jî derket 2 hezar û 622yan.
- Behreyn
Wezareta Tenduristiya Behreynê ragihand ku li welêt digel 151 kesên nû, hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 4 hezar û 555an.
Di daxuyaniya berî niha ya wezaretê da hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê wekî 8 hatibû ragihandin.