Abdullah Tel
08 Îlon 2017•Rojanekirin: 09 Îlon 2017
ÎDLIB
Li Xan Şêxûna Sûriyeyê rejima Beşar Esed di 4ê nîsanê da bi çekên jehrî êrîş li dar xist û gelek kesan can da, xizm û eqrebayên kesên hatin kuştin jî îro çalakî li dar xistin.
Piştî nimêja înê welatiyên li navenda Xan Şêxûna girêdayî Îdlibê ye kom bûn çalakî kirin û pankartên li serê bi îngilizî û erebî hevokên wek "Esedê 100 kes bi jehrê kuşt azad e", "Rêxistinên navneteweyî eşkere kirin ku qirkirin ji hêla Esed va hatiye kirin, hê jî li benda çi ne?", "Em êdî soza naxwazin kirinan dixwazin" li serê nivîsî bû, bilind kirin.
Evdilhemîd el-Yûsifê ku cêwiyên wî yên 9 mehî di êrîşê da hatin kuştin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Qîza min Aya û kurê min Ehmed hatin kuştin. Ji malbata min 21 kes hatin kuştin. Em êrîşa jehrî ji bîr nakin. Em wan kiryarên vê qirkirinê efû nakin. Neteweyên Yekbûyî (NY) di rapora xwe da ev yeka tespît kir. Lê hê ji bo midaxeleyê li benda çi ye?"
Di êrîşa bi çekên jehrî va hat kirin da herî kêm 100 sivîl miribûn û ji 500î zêdetir sivîl jî bi jehrê ketibûn.
Komîsyona Lêkolîna Sûriyeya Serbixwe ya Navneteweyî ya NYê di 6ê îlonê da teyîd kir ku qirkirina bi çekên jehrî ji hêla rejima Esed va hat kirin.