Haydar Şahin
05 Mijdar 2020•Rojanekirin: 05 Mijdar 2020
Hat ragihandin ku li Nîvgirava Morayê ya Yewnanistanê 20 endamên Rêxistina Terorê ya Fetulahî (FETO) û 10 endamên PKKya Rêxistina Terorê yên hewl didan bi rêyên derqanûnî derbasî Îtalyayê bibin hatin girtin.
Li gor xeberên di çapemeniya herêmî ya Yewnanistanê da hatin weşandin, li Bendera Katakoloyê ya li bakurê Morayê di keleka masîgiran da 20ê wan endamên FETOyê 10ê wan endamên PKKyê 65 koçberên bêdestûr hatin tesbîtkirin.
Hin FETOyiyên di nav koma koçberan a ji welatiyên Efxanistan û Iraqê pêk tên da bûn û hewl didan birevin Îtalyayê îdia kirin ku polêsên berê ne û ji meqamên Yewnanistanê ra gotin ku "Gulenîst"in.
Hat îdiakirin ku di nav PKKyiyan da jî "siyasetmedarên berê, akademisyen û rojnamevan" hene.
Hat destnîşankirin ku der barê mijarê da lêpirsîn dewam dike.