Önder Beyter
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2018
ATÎNA
Li Atînaya paytexta Yewnanistanê xwepêşadêrên ku pêşnûmaya der heqê mafên wan ên grevê da protesto kirin, avahiya Wezareta Xebatê dagir kirin û herwiha bi ser odeya Wezîra Xebatê Efi Ahçioglouyê da girtin.
Xwepêşandêrên ku li ser bangewaziya Eniya Karkerên Têkoşer kom bûn, pêşnûmaya der heqê astengkirina mafên wan ên grevê ya ku li ser daxwaza kredîtorên wî welatî hat amadekirin, protesto kirin. Beşek ji xwepêşandêran kepengên avahiya wezaretê şikandin û ketin hundir.
Xwepêşandêrên ku ketin avahiyê ji wezîrê xwestin ku pêşnûmayê paşda bikişîne. Lêbelê Ahçioglouyê daxwaza wan red kir.
Di dema bûyerê da xala ku balê kişand ew bû ku li odeya wezîrê tu polês tunebûn û herwisa piştî hinek devjeniyan xwepêşandêr çûn.
Li Yewnanistana ku hewl dide bi qeyrana aboriyê ra serederiyê bike, tevdîrên şidandina navtengê yên ku Yekîtiya Ewropayê û Fona Navneteweyî ya Pereyê daxwaz dikin, pirî caran tên rojevê û yên ku jê xweş nînin, vê yekê protesto dikin.