Nuri Aydın
25 Adar 2025•Rojanekirin: 26 Adar 2025
Li Girava Başûr a Zelanda Nû bi mezinahiya 6,7an erdhej çêbû.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand, erdheja bi mezinahiya 6,7an a ku navenda lerza wê Girava Başûr e, qedera 10 kîlometreyan di kûrahiyê da çêbû.
Ji ber erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn û li gorî encamên destpêkê jî ziyaneke canî û madî tuneye.
Ajansa Rêveberiya Rewşa Bilez a Zelanda Nû jî diyar kir ku dibe di behrê da pêlên xurt çêbibin û lewma welatî hişyar kirin ku ji behrê û plajan dûr bisekinin.