Fatih Gazioğlu
11 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2017
WELLINGTON
Li Zelandaya Nû bi mezinahiya 6,6an erdhejek çêbû.
Li gor daxuyaniya Navenda Lêkolîna Jeolojiyê ya DYAyê (USGS) navenda erdhejê 198 kîlometre dûrî Girava Aucklandê ye û erdhej 10 kîlometre di bin erdê de çêbûye.
Di encama erdhejê da tu kes nemir û tu zirar çênebû.
Piştî erdhejê tu hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.