Mehmet Burak Karacaoğlu
26 Mijdar 2025•Rojanekirin: 27 Mijdar 2025
Hat ragihandin, li bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê di teqîna tund da 5 kes hatin kuştin.
Li beldeya Kefertaharîmê ku dikeve bakurê bajarê Îdlibê, ji ber sedema ku hê nayê zanîn, dengê teqîneke tund hat bihîstin. Piştî teqînê ji herêmê dû rabû. Ekîbên parastina sivîlan sewqî herêmê kirin.
Li gorî xebera Îxbariyeya têlevîzyona dewletê ya Sûriyeyê, di teqînê da 5 sivîl hatin kuştin.
Di nûçeyê da hat gotin ku ekîb di binê kavilan da xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomînin.