Nihat Kavşut
23 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2019
Li Essexa herêma Îngilistanê di kamyonekê da 39 cinaze hatin dîtin.
Li gor daxuyaniya polêsên Essexê hat diyarkirin li ser îxbarê li Watergladeya avahiya pîşesaziyê di kamyonekê da 39 cinaze hatin dîtin.
Hat diyarkirin şofêrê kamyonê yê 25 salî ku ji Îrlandaya Bakur e hat binçavkirin.
Li gor agahiyan kamyon ji Bulgaristanê hatiye û roja şemiyê ji Bendergeha Holyheadê ya li Gallerê derbasî Girava Brîtanyayê bûye.
Li gor agahiyan xebatên tesbîtkirina nasnameyan tên kirin.