Abdullah Tel
16 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2019
ÎSTANBUL
Ehmed Îzzetiyan ê Midûrê Bernameya Çêtirkirina Xwedîbûna Civakê ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê diyar kir ku li eyaleta Sistan-Belûcistana Îranê zarok bi qasî ku divê têr bike, nayên xwedîkirin.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA) Îzzetiyan di Komxebata Xwedîbûna Bisihet a ku li bajarê Çabaharê hat kirin da axivî û bal kişand ser rêjeya têr xwedîbûnê ya li eyaleta Sistan-Belûcistanê û xwest ku divê li ser meseleyê bê sekinandin.
Îzzetiyan bi bîr xist ku ji bo xwedîbûna bisihet ew komxebat hat lidarxistin û wiha pê da çû: "Li eyaleta Sistan-Belûcistana Îranê 12 hezar zarok qasî têrê dike nayên xwedîkirin. Ji bo ku rê li vê bê girtin divê hilberandineke baş bê kirin û ji şert û mercên gundan bê îstifadekirin."
Di berdewamiya axaftina xwe da Îzzetiyan got ku ji ber têre xwedînebûnê beden zêde bi ser xwe va nayê û di laş da jî kêmasiya xwînê zêde dibe.
Rêjeya têr xwedînekirinê herî zêde li Delgan, Fenuc, Îranşehr, Nîkşehr, Kasikand û Serbaz a navçeyên eyaleta Sistan-Belûcistanê tê dîtin.