Elif Irmak
06 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2020
Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da 227 zêde bû û derket 27 hezar û 419an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Saîma Sadat Lariyê daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji ber şewbê di 24 saetên dawîn da 227 kesên din mirin û 4 hezar û 151 waqieyên nû hatin tesbîtkirin.
Li Îranê ji destpêka şewbê vir va ji nû va jimara waqieyên rojane yên herî bilind hat qeydkirin û jimara miriyan jî ji ser 200î ma.
Lariyê ragihand ku jimara mirinên ji ber vîrusê derket 27 hezar û 419an, jimara waqieyan jî derket 479 hezar û 825an.
Lariyê got ku ji nexweşên ku bi vîrusê ketin rewşa 4 hezar û 127an xedar e û jimara nexweşên ku baş bûn j 394 hezar û 800 e.
Lariyê ragihand ku li welêt bi tevahî 4 milyon û 179 hezar û 338 kes hatin testkirin.
Berdevka wezareta Tenduristiyê behs kir ku ji 31 eyaletên li welêt 29 jê di nav herêmên "sor" û "xeternak" da cî digirin.
Ji ber zêdebûna waqieyan li eyaletên Tehram, Qum, Kazvîn û Elburzê ji nû va sînordarkirin anîn.