Haydar Şahin
24 Mijdar 2020•Rojanekirin: 25 Mijdar 2020
Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin 483 zêde bû û derkete 45 hezar û 738an.
Sîma Sedat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 483 kes mirin û 13 hezar û 721 kes jî bi vîrusê ketin.
Lariyê got ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 45 hezar û 738 kesî, ya pêketiyan jî derket 880 hezar û 542yan.
Lariya berdevk diyar kir ku rewşa 5 hezar û 824 pêketiyan giran e, heta niha 617 hezar û 715 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn û gihîştin siheta xwe.
Berdevkê destnîşan kir ku li welêt hetanî nika 5 milyon û 871 hezar û 98 test hatine kirin, li welêt 31 eyalet jî di nav herêmên "xeternak" û "sor" da ne.
Elî Riza Reîsiyê Berdevkê Lijneya Têkoşîna Neteweyî ya Dijî Vîrusa Koronayê diyar kiribû ku ji 150yî zêdetir bajar û navçeyên ku Tehrana paytextê jî di nav da ye, ji 21ê mijdarê pê va dezgehên ku ne mecbûrî ne, ew ê qasî 15 rojan werin girtin. Wekî mayîn 15 rojan saet ji 21.00î heta 04.00an li çar aliyê Îranê çûyîn û hatina wesayîtan ew ê qedexe be.
Ew ê li kesên li herêma sor qedexeyê binpê bikin jî milyonek tumenî (300 TL), li herêma tûtik 500 hezar tumenî (150 TL) ceza bibirin.