Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî diyar kir ku li zanîngeha eyaleta Kurdistanê wê dest bi dayîna perwerdeya Edebiyat û Zimanê Kurdî bikin û IRNAya ajansa nûçeyan a fermî jî di demeke nêz de wê weşana kurdî bike.
Li gor xebera IRNAya ajansa fermî ya Îranê, Rûhanî li Senendeca bajarê eyaleta Kurdistanê civîna çapemeniyê li dar xist û wiha got: "Di çarçoveya xebat û bernameyên hikûmetê ew sozê ku me dabû gelê Kurdistanê wê bi cih bê. Em ê di dawiya meha îlonê de li Zanîngeha Kurdistanê dest bi perwerdehiya Wêje û Zimanê Kurdî bikin."
Rûhanî destnîşan kir ku ev gav ji bo parastin û xurtkirina wêje û zimanê kurdî cara ewil e ku ji hêla hikûmetê ve tên avêtin û gavên wiha wê bidomin.
Serokomar Rûhanî got ku IRNA jî di demeke nêz de wê bi kurdî weşanê bike.