QAHÎRE
Li gor agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk yên payebilind hatin bidestxistin, Yekîtiya Afrîkayê ya di bin serokatiya Alpha Oumar Konare, bi şev bi Mursî re li cihê ku girtî ye hevdîtinek pêk anî.
Der barê hevdîtinê de agahî nehat dayîn û rayedarên Misrê jî hêj tu daxuyanî nedan.
Lijneyê di çarçoveya têkiliyên li Misrê berê jî bi Wezîrê Parastinê Abdulfetah es-Sîsî û Serokomarê berwext Adlî Mansur re hevdîtin pêk anîbû.
Di lijneya di bin serokatiya Serokomarê Berê yê Maliyê Alpha Oumar Konare de kesên siyasiyên navdar yên wek Serokomarê Berê yê Bostwanayê Festus Mogae û Serokwezîrê Berê yê Cîbutiyê Dlîna Omer Dalene cî digirin.
Yekîtiya Afrîkayê piştî derbeya artêşê namzediya Misrê da rawestandibû û ragihandibû ku dikare di navbera aliyên welêt de navbeynkariyê bike.