Eşref Musa,Ethem Emre Özcan
04 Adar 2022•Rojanekirin: 05 Adar 2022
Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Mixalif û Şoreşger ên Sûriyeyê (SMDK) Salîm el-Mûslat got ku Rojava li hemberî îlankirina Şerê Rûsyayê yê dijî Ukraynayê demildest gav avêtin û wiha domand: "Di helwesta ku civaka navneteweyî li hemberî Ukraynayê nîşan da û di ya li hemberî Sûriyeyê nîşan dida da bi eşkere tê dîtin ku ferq heye. Tevgera Rojava ya li hemberî Ukrayna û Sûriyeyê durûtî ye. Rojava wekî li Ukraynayê divê li Sûriyeyê jî berpirsyariyê hilde."
Mûslatê Serokê SMDKê ya ji alî mixalifên Sûriyeyî va hatibû avakirin helwesta civaka navneteweyî ya li hemberî Rûsyayê ku ji ber Ukraynayê nîşan didin ji nûçegihanê AAyê ra nirxand.
Di axaftina xwe da Mûslat destnîşan kir ku di êrîşa Rûsyayê da ew piştgiriyê didin gelê Ukraynayê û wiha domand: "Li Sûriyeyê 11 sal e şer heye û ser û sedemê pêşketina Esed jî midaxeleya Rûsyayê ye. Niha welatiyên Sûriyeyê baş bi tiştên ku li Ukraynayê diqewimin, zanin."
Mûslat bal kişand ser kesên ji ber şer ji cî û warê xwe bûn û diyar kir ku li Sûriyeyê ji 12 milyonî zêdetir kes ji cî û warê xwe bûn û wiha dewam kir: "Civaka navneteweyî ya ku ji bo Ukraynayê li hemberî Rûsyayê zû gav avêt ev 11 sal e heman helwest li Sûriyeyê nîşan neda. Ji ber vê tevgerê dilê me qet rihet nîne û ji me ra ev yek jî ecêb hat."
- "Helwesta welatên Rojava ya li hemberî Sûriye û Ukraynayê durûtî ye"
Serokê SMDKê Mûslat destnîşan kir ku li gorî wî welatên Rojava cihêkariyê dikin û wiha domand: "Civaka navneteweyî pesê bi tiştê hatiye serê welatiyên Sûriyeyê nake. Welatên Rojava ji ber sûcên ku Rûsyayê li Sûriyeyê dikir xwe kerr dikirin û bikaranîna mafê vetokirinê didan Rûsyayê. Xeta kirin û em dixwazin ku bila Rûsya di bin banekî nikaribe heqê vetoyê bi kar bîne da cî bigire."
Mûslat ragihand ku civaka navneteweyî jî di mijara Sûriye û Ukraynayê da wek hev tevnagerin û wiha domand: "Di helwesta ku civaka navneteweyî da ya li hemberî Ukraynayê nîşan da û di ya li hemberî Sûriyeyê nîşan dida da bi eşkere tê dîtin ku ferq heye. Tevgera Rojava ya li hemberî Ukrayna û Sûriyeyê durûtî ye. Rojava wekî li Ukraynayê divê li Sûriyeyê jî berpirsyariyê hilde."
Mûslat got ku Rûsya li Sûriye û Ukraynayê "sûcê şer" dike ragihand li hemberî polîtîkaya mezinbûna Rûsyayê jî divê bi şirîkatî helwest bê nîşandan.