Esra Taşkın
16 Sibat 2024•Rojanekirin: 17 Sibat 2024
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got ku naskirina dewleta Filistînê ji bo welatê wî "tabu" nîne.
Macron û Qralê Urdinê Ebdullahê 2yemîn li Parîsê li Qesra Elyseeyê hevdîtin kirin û civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Macron nirxandina li Rojhilata Navîn çareseriya du dewletî û avakirina dewleta Filistînê ji bo herêmê tekane çare ye û got ku "Naskirina dewleta Filistînê ji bo Fransayê tabu nîne."
Emmanuel Macron got ku pêşaniya wan ew e ku li herêmê lihevkirineke ku agirbestê pêk bîne, çêbe.
Macron got ku bi vê agirbestê divê ewlehiya sivîlan hildin bin temînatê û alîkariyên mirovî bikevin Xezeyê ê diyar kir ku pêkan nîne ku mirinên ji ber êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê çêbûn, bê qebûlkirin.
Macron got ku "Êrîşa Îsraîlê ya dijî Refahê dibe ku bibe sedema bobelateke mirovî ya ku manendê wê nehatiye dîtin û ev dê di pevçûnan da dê bibe qonaxek."
Macron got ku bi zorî ji cihê wan kirina Xezeyiyan dijî hiqûqê ye û da zanîn ku wekî Misir û Urdinê ew jî ji ber xetereya ku gelê herêmê ji cihê wan bikin bi fikar in.
Macron diyar kir ku pêşaniya wan ew e ku alîkariya Xezeyiyan bikin û dema li hewcehiya li sehayê dinêrin ciên derbasbûna alîkariyên mirovî kêm dimînin.
Serokomarê Fransayê got ku "Îro lu Xezeyê sivîl ji ber birçîbûn û nexweşiyê dimirin." û xwest ku di çarçoveya ku alîkariyên mirovî bigihêjin herêmê da Bendergeha Usdudê (Aşdod) bê vekirin.