Elif Orhan
21 Tebax 2019•Rojanekirin: 22 Tebax 2019
Serokdewletê Venezuelayê Nîcolas Maduro got ku "Ev çend meh in ku di navbera hikûmeta Donald Trump û hikûmeta Bolîvarî ya ku ez serokatiya wê dikim da di bin rayeya min da ji bo ku ji pevçûna di navbera me û împaratoriya Amerîkaya Bakur da çareseriyek bê dîtin hevdîtinên cuda tên kirin."
Maduro di çalakiyeke ku li bajarê La Guaîrayê beşdar bû da axivî û piştrast kir ku rayedarê wî û rayedarên payebilind ên ji hikûmeta Donald Trumpê Serokê Amerîkayê çend meh in di nav pêwendiyê da ne.
Serokdewlet Maduro der barê hevdîtinên veşartî yên di navbera hikûmeta wî û Amerîkayê da wiha axivî: "Ev çend meh in ku di navbera hikûmeta Donald Trump û hikûmeta Bolîvarî ya ku ez serokatiya wê dikim da di bin rayeya min da ji bo ku ji pevçûna di navbera me û împaratoriya Amerîkaya Bakur da çareseriyek bê dîtin hevdîtinên cuda tên kirin."
Maduro bêyî ku rasterast Amerîkayê nîşan bide got ku "Ez dixwazim ku razekê bidim we, vê ji bo min veşêrin lewra li cihên divê tu kes nezane hevdîtinên veşartî hatin kirin. Helbet em di nav têkiliyê da ne û dê têkiliya me bidome."
Ji aliyê din va Dîosdado Cabelloyê Serokê Parlementoya Avaker ê ku wekî kesê duyemîn ê hikûmeta Venezuelayê tê zanîn duh îdiayên dibêjin ku bi kesekî nêzî birêvebiriya Trump ra hevdîtinên veşartî hatine kirin derewandibû.
- Agahiyên şaş didin Trump
Serokdewlet Maduro destnîşan kir ku dê her dem desthilatdariya Venezuelayê biparêze û wiha axivî: "Heke Serokdewlet Donald Trump rojekê bixwaze ku bi awayekî cidî biaxive û ji bo çareserkirina vê pevçûnê planeke çêke em jî ji bo mizakereyê û gihaştina çareseriyê her dem amade ne. Lêbelê heke hûn êrîşî me bikin em jî dê bersivê bidin."
Di vê navberê da Serokê Amerîkayê Trump di civîna çapemeniyê ya ku li dar xist da li ser pirsa gelo bi hikûmeta Maduro ra di nav pêwendiyê da ye yan na gotibû ku "Em di nav têkiliyê da ne, em li Venezuelayê bi nûnerên cuda ra hevdîtinê dikin."
Ji hêla din va Maduro got ku hin rayedarên Amerîkayê der barê Venezuelayê da derewan li Trump dikin ji ser vê rewşê dijî Venezuelayê êrîş û mueyîde tên tetbîqkirin.