11 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Malala Yusufzaya li Pakîstanê di êrişa Talîban ya birin ser wesayita dibistanê de birîndar bû li hemû dinyayê dengveda û bû xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê, Malala di mijara xwendina keçikan de wek nûnera aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî hat wezîfedarkirin.
Ji bo Malala Yûsûfzay bû nûnerê aştiyê li NYyê merasim hat lidarxistin.

Di merasimê da ji bilî Malala Yûsûfzay, Serkreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres, dîplomat, nûnerên saziyên civaka sivîl û gelek keçikên xwendekar bêşdar bûn.
Guterres, di merasimê de got ku Malala wê bi enerjî û aktivîzma xwe alikariyê bide NYyê û wiha dewam kir: "Ez gelek kêfxweş im ku me ew wek nûnera aştiyê ya herî genc wezîfedar kir. Ew ê di mijara xwendina keçikan de wezîfeyê bike."