Berdevkê koalîsyona li Yemenê ya ku êrîşa hewayê dike Tuggeneral Ehmed el-Asîrî daxuyand ku operasyon 25 roje dewam dike û heta niha di navbera ji sedî 95 û 98an sîstemên parastinê yên hewayê yên husiyan hatine xirabkirin û sedî 80î jî depoyê wan ên çekan hatine îmhakirin.
Asîrî li baregeha hewayê ya li Riyada paytexta Erebistana Siûdî daxuyaniyeke çapemeniyê da. Asirî got ku armanca wan a sereke ew e ku ew husiyên ku ji bo welatên cîran û taybetî jî ji bo Erebistana Siûdî talukeye ji holê rakin.
Asirî got ku ji bo koka husiyan bê qelandin him ji bejayê û him jî hewayê operasyon tên kirin û wiha axivî: "Heta îro 2 hezar û 300 êrîş hatin kirin. Bi van êrişan ve di navbera ji sedî 95 û sedî 98an sîstemên parastinê yên hewayê yên husiyan hatin xirabkirin û sedî 80î jî depoyê wan ên çekan hatin îmhakirin. Ji bo ku hêza husiyan a êrîşkirinê bê kêmkirin, sîvîl bên parastin û alîkariya mirovî dewam bikin em ê operasyonan bidomînin."
Li Yêmenê piştî ku hûsiyan paytext Sana û hin bajar bi dest xistin, Serokomar Abdurabbu Mansur Hadî Adenê wek navend îlan kiribû û bangî Yekîtiya Ereban û civaka navneteweyî kiribû ku mudaxeleya leşkerî bê kirin. Koalîsyona ku pêşîkêşiya wê Erebistana Siûdî dike di 26ê adarê de li dijî hûsiyan operasyon dan destpêkirin.